Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
MANÎSA
Li Somaya navçeya Manîsayê 301 karkerên madenê yên ku di bobelata 13ê Gulana 2014an da şehîd bûn, li Şehîdiya Karkerên Madenê ji aliyê welatî, xizm û hezkiriyên wan va tên bibîranîn.
Di çarçoveya bernameya ku Şaredariya Bajarê Mezin Manîsayê li dar xist da welatiyan ber destê sibê berê xwe dan şehîdiyê.
Xizmên şehîdan bi ser gora şehîdan da giriyan û ji wan ra dia kirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji deverên cuda yên Tirkiyeyê jî çeleng danîn ber abîdeya karkerê madenê.
- Hê bikul û êş in
Gulten Dogana dayîka Halîl Îbrahîm Doganê ku di bobelatê da şehîd bûbû, ji peyamnerê AAyê ra got ku ev çar sal e ku kurê wê şehîd bûye, lêbelê hê jî bikul û êş e.
Doganê diyar kir ku merzelê kurê wê li gund e û wiha axivî, "Em hatin ziyareta vê abîdeyê. Çar sal di ser ra derbas bûye lêbelê êşa me hê jî eynî xwe ye, birîna me sax e. Ciyê zarokên me bira cenet be. Em seba zarokên xwe li edaletê digerin. Em dixwazin sûcdar bên cezakirin."
- Ji bo Roja Dayîkan ji Zonguldakê hat
Di nava ziyaretvanên şehîdiyê da karkerên madenê yên ku di kanên li Zonguldakê da dixebitin jî hene.
Karker Mustafa Karacanê ku ji Zonguldakê hat, ji ber Roja Dayîkan çû destê Gulten Dogana ku lawê wê şehîd bûye û wiha got, "Kurê te şehîd bû, lêbelê heke tu qebûl bikî ez jî dixwazim bibim kurê te."
Dogana ku hêsîr ji çavê wê hatin wiha got, "Berxê, min te şûna Halîl Îbrahîm kir kurê xwe, tu ewladê min î. Xwedê emrekî dirêj bide zar û zêçê we."
Ji hêla din va bi minasebeta salvegera 4emîn a bobelatê, Walîtiya Manîsayê, Şaredariya Bajarê Mezin Manîsayê û Qaymeqamtiya Somayê wê ji bo bibîranîna şehîdan çendîn bernameyan li dar bixin, li mizgeftan ji bo 301 şehîdî wê dia were kirin, mewlûd were xwendin û xitim werin lidarxistin.