25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
MERSÎN
Li Mêrsînê ji 22 bersûcên ku piştî operasyonên ser PKK/KCKya rêxistina terorê sewqî dadgehê kiribûn Serokbajêrê Mêrsînê yê HDPê Sadun Dogan jî di nav de 16 kes hatin girtin.
Di çaçroveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê kirin de Serokbajêrê Mêrsînê yê HDPê Sadun Dogan û endamê meclisa Şaredariya Akdenîzê yê HDPyî Yuksel Mutlu jî di nav de 16 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin û pişt re danê sibê sewqî dadgehê kiribûn hatin girtin, 3 kes jî bi şertê kontrola edlî 3 kes jî piştî jêpirsîna li dozgeriyê serbest hatin berdan.
- Jimara girtiyan derket 46an
Li Mêrsînê di operasyonên ser PKK/KCKyê de yên ku di 12ê kanûna pêşîn de hatin kirin de ji 139 gumanbarên ku der heqê wan de biryara girtinê hatibû derxistin 112 kes hatibûn binçavkirin.
Digel 16 bersûcên ku îro hatin girtin ji 63 bersûcên ku berê sewqî dadgehê kiribûn 30 kes hatibûn girtin, 32 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Fazil Turkê Şaredarê Şaredariya Akdenîzê yê HDPyî yê ku Wezareta Karên Navxweyî ji peywir dûr xistibû jî di nav de li 27 kesan digerin.