Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokomar Erdogan:"Bi xîret, dilsozî û dilnizmiyê em dibêjin 'mijara welat mijara dilsoziyê ye' û bi gotina şaredariya dilsoziyê derdikevin hemberî gelê xwe."
"Em ji xelqê xwe ra wê sozê didin ku ew kesên hin ji wan xwedî tecrube ne û hin ji wan jî xwedî vîzyon in, wê bi kelecaneke nû bi vîzyoneke nû bajarên me pêş va bibin."
"Mîna projeyên pêşerojê yên welatê me em ê ji bona bajarên xwe jî belgeyên stratejîk yên bona demên kurt, navîn û dûr û dirêj amade bikin."
"Berevajî xebatên ku heta niha hatine kirin em ê li Tirkiyeyê 'Vîzyona Bajarvaniyê ya Nû' bidin destpêkirin."
"Em ê şaredarên xwe di çarçoveya hedefên xwe yên qewlê wan salek in, yên ji salekê zêdetir in û yên li gor vîzyona sala 2023, 2053 û 2071ê ya welatê me ne binirxînin. Ji bo şopandina van hemû pêvajoyên şaredariyan em ê di bin banê Serokomariyê da pergala şopandin û nirxandinê ava bikin."
"Şaredarên me wê bi hişmendiya li ser xelkê bajêr bibin hakim hekereket nekin, wê mîna xizmetkar wezîfeya xwe bikin."
"Me ji bo şopandina pergala veberhênanên li 81 bajarên me tên kirin şaxên rêveberiya navendî ava kiribû. Em ê wê pergala ku li gor qinaeta me wê gelekî bi kêr bê bi şaredariyan ra jî têkildar bikin. Ji bilî vê jî ji bo şopandina şaredariyên AK Partiyê jî em ê li pergaleke wek vê li Navenda xwe ya Giştî jî ava bikin."
"Em ê hişmendiya sadebûna mîmariya Selçuqiyan, zerafeta mîmariya Osmaniyan û terzên nûjen yên vê demê di xwe da dihewîne belav bikin."
"Li şaredariyên me kesên ku gorî heq, edalet, wijdana mehşerê û hiqûqê tevnegerin hebin em ê wan efû nekin."
"Di çarçoveya tecrubeyên xwe yên heta îro da em ê teşwîqeke ku di şûna avahiyan da bila hin qad wek nûkirina bajêr bên îlankirin, hewl bidin. Di şûna sepana nûkirina bajêr a bi yekdengî da em ê çareseriyên hewcedariya welatiyên me û herêmê hel dikin derxin meydanê. Em ê veguherîna fizîkî bi veguherîna aborî, çandî û civakî va teswîr bikin û ji bo bajarvaniyê hemleyeke nipînû bidin destpêkirin."
"Pêwîstiya Tirkiyeyê bi siyaseta gefxwarinê tuneye bi siyaseta xizmetê heye. Em ê kampanyaya xwe ya hilbijartinê wiha bimeşînin."
"Heyama nêrîna siyaseta antîdemokratîk a banga derbeyê dikir, darvekirin, kuştin, jehrkirin, sirgûnkirinê dixwaze dê 31ê adarê bê girtin."
"Di heyama pêş me da emê tu bajarekî me yê ku pirsgirêkên wê yên binesaziyê yên wek ava vexwarinê, kanalîzasyon, xaza sirûştî û xetên ragihandinê nehatine çareserkirin wê nemîne."
"Em ê nehêlin ku bajarên me wekî amûrê dewlemendbûna li ser pişta xeyrîmenqûlê bên emilandin û em ê bajarên xwe bikin mekanên wiha ku dê bi hêza nirxê zêde yê hêza hilberîna aboriya xwe va qewîn bibin."
"Em ê ji girêdana xwe ya Îtifaqa Cumhur a ku em wekî temînata bekaya welatê xwe û dahatûya gelê xwe dibînin tewîzê nedin."