06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî ra nameyek şand û der heqê bernameya perwerdeyê ya ku Tirkiye ji adara borî vir de li Başikayê pêk tîne û herwisa der heqê peywir û felaliyeta hêza ku li vir e û geşedanên dawîn da agahî da.
Li gorî agahiya ku ji jêderên Serokwezîriyê hat standin, Serokwezîr Davutoglu îro nameyek ji Serokwezîrê Iraqê Ebadî ra şand.
Davutoglu di nameya xwe da bal kişand ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku rêza xwe ji deshelatî û yekîtiya axa Iraqê ra heye û di vê mijarê da jî gelekî hesas e. Davutoglu desnîşan kir ku Tirkiyeyê gaveke ku dê vê rewşê xerab bike nevêje.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku heya hesasiyeta hikûmeta Iraqê derbas be, hêzê gav nebêje Başîkayê û wiha domand, "Tirkiyeyê di şerê dijî DAEŞê da her cure alîkariyê bide Iraqê. Em dixwazin ku bi hikûmeta Iraqê ra hevkarî, şêwr û hevmeşiya di vê mijarê da xurt û kûrtir bikin."