Türkan Tosun
04 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
ATÎNA
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras beriya ziyareta xwe ya Tirkiyeyê ya 5-6ê sibatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û têkiliyên herdu welatan nirxand.
Çîpras behsa hevkariya Tirkiye û Yewnanistanê ya sala 2015-2016an a der barê qeyrana penaberan da kir û wiha got: "Di encamê da li Egeyê derbasbûnên dereqanûnî, bi taybetî jî hejmara miriyan pir kêm bû."
- "Têkiliya min a bi Erdogan ra li gor rêz, dilsozî û bi eşkere axaftinê ye"
Çipras anî ziman dema darbeya 15ê Tîrmehê û piştî darbeyê wî telefonê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye û piştgirî daye wî, piştî vê pêvajoyê di navbera herdu welatan da hin pirsgirêkan dest pê kiriye.
Çîpras behsa têkiliya xwe û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Têkiliya min a bi Erdogan ra li gor rêz, dilsozî û bi eşkere axaftinê ye. Di vê sedsala 21emîn da welatên me divê hewl bidin têkiliyên dostane yên li gor gelên xwe û yên dîrokî ava bikin û vê wisa bidomînin."
- "Divê em têkiliyeke feydeya wê him bigîhîje gelê me û him jî bigîhîje herêmê ava bikin"
Çîpras got qeyrana aboriyê derbas bûye û Yewnanistanê pirsgirêkên xwe yên bi cînarên wek Makedonyaya Bakur û Arnavutlukê ra çareser kiriye, di sala 2019an da rûpeleke nû vekiriye û wiha dewam kir: "Ji bo di têkiliyên Tirk-Yewnanan da jî gavên dîrokî bên avêtin, şert û mercên hewce dikin bên avakirin. Bi rêz û li gor hiqûqa navneteweyî divê em têkiliyeke feydeya wê him bigîhîje gelê me û him jî bigîhîje herêmê ava bikin."
- "YE di mijara penaberan da ji bo Tirkiyeyê çi ji dest tê divê bike"
Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras daxuyand Tirkiye ji 4 milyon penaberan ra mazuwaniyê dike û wiha got: "Divê ev ji hêla civaka navneteweyî va bê dîtin û ji bo piştgiriya cînarê me yê YEyê çi ji dest tê divê bê kirin."
Çîpras behsa koça penaberan kir û got di salên dawîn da giravên Yewnanîstanê tijî bûne divê YE alîkarî û piştgiriya welatên ku tesîra van koçan zêde lê heye bike.