02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Ji aliyê Qaymeqamiya Sîlvanê (Farqîn) va, ji bona berterefkirina şopa bûyerên terorê û danasîna navçeyê klîbek hat amadekirin.
Ji 20ê tîrmeha 2015an vir va li herêmê operasyonên terorê tên birêvabirin. Li Sîlvanê piştî 7 operasyonan herêm aram bû û jiyana li herêmê niha normal e.
Qaymeqamî ji bo telafîkirina texrîbata ku terorê li herêmê çêkir dest bi xebatê kir.
Di çarçoveya xebatê da, mamosteyê muzîkê yê Lîseya Zanistên Civakî Unal Yaşar projeya "Sîlvan Awazek e" amade kir. Xwendekaran li cihên dîrokî yên wekî Pireya Malabadiyê stranênên bi kurdî û tirkî gotin û klîbeke wiha rengîn hat amadekirin.
- Di şûna dengê çekan da awaza xwendekaran olan dide
Qaymeqam Mûrat Kutuk ji nûçegihana AAyê ra daxuyand ku, navçe û gelek herêmên din ên welêt ji terorê ra bûn mesken, êrîşên terorê çêbûn lê bi saya hêzên ewlekariyê herêm ji terorê hat paqijkirin, bûyerên terorê bi dawî bûn.
Kutuk got ku ew dixwazin herêmê bi aliyê wê yê çandî û dîrokî bidin nasîn û wiha axivî: "Navçeya me bi bûyerên terorê re di rojevê da cih girt, em dixwazin şopên wan bûyerên neyînî bi awazan jê bibin. Bi vê xebatê armanca me ev bû. Rûyê rastî yê Sîlvanê jî ev e."
- Em dixwazin navçeya me bi aliyê xwe yê dîrokî ve derbikeve pêş
Midûrê dibistanê Reşît Ada jî got ku ew ji ber bûyerên li herêmê qewimîn aciz bûn, niha dixwazin bi alîkariya klîbê nîşan bidin ku li herêmê jiyan normal e.
Ada wiha dewam kir: "Me xwest ewrên reş ên li ser herêmê belav bibin, herêm aram bû. Me jî ev klîb çêkir. Niha ew ê bibînin ku li herêmê jiyana rojane normal e. Herêma me cihê ilm û îrfanê ye. Herêma me ji hêla dîrokî va herêmeke dewlemend e, divê bi vê dewlemendiya xwe derbikeve pêş."
Yek ji xwendekarên di klîbê da stranan dibêjin Melîh Koçyîgît got ku ew ji welatê xwe hez dike, bi vê bîr û baweriyê tevlî koma klîbê bûye.
Klîp li cihên dîrokî yên wekî Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî, Şikeftên Hesûnî, Mînareya Şikestî, Deriyê Kulfa, Keleha Boşatê û Qonaxa Ustunlerê hat kişandin û wê li ser malperên parvekirina civakî bê nasandin.