Türkan Tosun
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 01 Sibat 2019
AGRI
Sûlava Aşagi Tokluyê ya li bajarê Agiriyê ji ber sermayê qeşa girt û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Taşliçayê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 20 pileyî kêm bû, ji ber sermayê sûlava Aşagi Toklûyê ya ku ava wê ji 12 mêtroyan tê xwarê û gola ku ava sûlavê dirêjê qeşa girt.
Ekîba AAyê bi dronê va ji esman dîmenên sûlavê kişandin.
- "Bila her kes bê vê bihûşta veşartî bibîne."
Adem Denîzê ji gundê Tokluyê ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ava sûlavê di zivistanê da qeşa digre û heta biharê nahele.
Denîz got serma tesîreke nebaş li ser jiyana mirovan dike û wiha axivî: "Zivistanê li herêmê rê tên girtin, av qeşa digre. Germahiya hewayê bişev di bin sifirê da heta 20 pileyî kêm dibe, li sûlavê jî ji 10 mêtroyî zêdetir qeşa çêbû. Gola li bin wê jî qasî 4 mêtroyî kûr qeşa girt. Çeman jî qeşa girt. Turîst tên wêneyan dikşînin. Denqê ji qeşayê tê jî balê dikşîne. Ji bo ku mirov bigîhîje sûlavê divê mirov hinekî bimeşe. Em dixwazin bila her kes bê vê bihûşta veşartî bibîne."
- "Sûlav him havînê û him jî zivistanê dîmenên xweş derdixe holê"
Muhammed Ateşê li herêmê wênekêşiyê dike jî got dîmênên sûlavê balê dikşîne û wiha axivî: "Sûlav him havînê û him jî zivistanê dîmenên xweş derdixe holê. Di gerên turîzmê yên ku zivistanê ji bo vê herêmê tên kirin da divê ev der jî bê dîtin. Bi taybetî gerokên eleqeyê nîşanî turîzma xwezayê didin divê bibînin."