08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
ANKARA
Hat ragihandin, di operasyona ku li Tûnceliyê hat kirin da terorîstê ku 20 sal berê bi fuzeyê va firoke xistibû û bibû sedema şehîtbûna 11 leşkerî hat kuştin.
Di daxuyaniya Sererkaniyêda hat diyarkirin ku di 26ê adarê da yekîneyan operasyon birin ser Çemê Kutuyê û li wê derê teqîbat kirin, di encama xebatan da sitargeha terorîstan tesbît kirin.
Yekîneyan ji bo ku teslîm bibin bangî terorîstan kir û li ser vê terorîstan bi guleyan bersiv da û pevçûn derket, di encama pêvçûnê da terorîst hatin berterefkirin.
Piştî lêkolînan eşkere bû ku terorîstekî kuştî Yusuf Doganê ku navê "Ferhat Dêrsim" li xwe kiribû yê ku di sala 1997an da di operasyona li bakurê Iraqê da bi fuzeyê va firoke xistibû û bibû sedema şehîtbûna 11 leşkerî ye.