Önder Beyter
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê "Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tirkmenan" ragihand, ew ê kabîneyeke ku tê da Tirkmen tunebin, protesto bikin.
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tirkmenan ên di bin sîwana Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) da beriya rûniştina ku dê li meclisê hefteya bê were kirin da ku 8 wezaretên ku di kabîneya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî da vala man bê kifşkirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Tirkmenan hişyarî da ku heger ew di kabîneya nû da cihê xwe negirin, ew ê xwepêşandanên pir berfireh li dar bixin.
Endama Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tirkmenan Sewsen Ebdulwahidê di civîna çapemeniyê da wiha got, "Di kabîneya nû da heger cih nedin Tirkmenan em ê xwepêşandanên pir berfireh li dar bixin."
Ebdulwahidê bal kişand ku mafê Tirkmenan ê destûrî ye ku di kabîneyê da cih bigirin û wiha dewam kir, "Di hikûmeteke ku hemû pêkhateyên Iraqê beşdar in da divê Tirkmen jî hebin."
Ebdulwahidê diyar kir ku di kabîneya ku Serokwezîr Ebdulmehdî ragihand da Tirkmen tunene ku ew ji ber vê yekê pir heyirî mane û wiha got, "Em vê neheqiya li hemberî Tirkmenên ku yekperçetiya xaka Iraqê diparêzin û xêrxwazin vî welatî û îstiqrara wê ne, qebûl nakin."
Ji 22 wezîrên hikûmeta Ebdulmehdî jê 14 wezîran ji parlamentoyê pêbawerî standibûn, sond xwaribûn û dest bi wezîfeyê kiribûn. Lêbelê wezaretên Karên Navxweyî, Parastin, Plansazî, Xwendina Bilind, Perwerde, Edalet, Çand û Koç û Koçberî vala man. Ji bo van wezaretan Meclisa Iraqê dê di 6 mijdarê da cardin rûnê.