02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Hat ragihandin, ji bo perwerdeya ku Artêşa Tirkiye û unsûrên Amerîkayê wê der heqê wezîfeya dewriyeya hevpar a li Minbicê da bibînin, xebat ber bi kutabûnê ne.
Rayedaran ragihand ku ji bo xebatên seba perwerdeya hevpar, qonaxa dawîn e û ji bo ku perwerde di demeke nêz da dest pê bike, gavên hewcedar tên avêtin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên eskerî hildan, ji bo ku Artêşa Tirkiye û Amerîkayê li Minbicê bi hev ra wezîfeya dewriyeyê bikin, xebat didomin.
Ji aliyekî din va Artêşa Tirkiyeyê roja yekşemê di navbera qada Operasyona Mertalê Feratê û Minbicê da dewriyeya 53yemîn kiribû.