12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan der barê lêpirsînên FETOyê yên di kamuyê da wiha got: "Car caran tê gotin ku 'mexdûr hene.' Li qisûrê mêze nekin mexdûr tunene. Çima tuneye? Wexta ku daraz tevî hêzên ewlehiyê hesas û ji dil tevbigere mexdûr tunene. Heger hesas û ji dil nebin dema serî li ciyên eleqedar bixin heqên wan tên teslimkirin. Helbet hin xeletî dibin, rast e, lê ji bîr nekin ku wê kî hesabê 241 şehît û 2 hezar û 194 xaziyên min bide?"
"(Hewla derbeyê ya FETOyê) Hetanî nika 3 hezar û 456 dadger, dozger û endamên daraza bilind ên ku eleqeya wan bi rêxistinê ra hene ji wezîfeyê hatin avêtin. Xêncî van 198 dadger û dozgerên ku ji wezîfeyê hatibûn îxrackirin lê belê eşkere bû ku îdiayên li dijî wan derew in jî vegeriyan ser wezîfeya xwe."
"Vê gavê ji welatên din kesên ku aqil didin me hene. 'Ew qas navan hûn çawa û ji ku derê dizanin? We ev çawa wisa di heman demê da civandin...' Ji min ra jî dibêjin. Em dewlet in. Ev der malkoka zarokan nîne, em dewlet in. Kê li ku derê çi dike, dewletek van hemûyan nizanibe, îstixbarata wê vê nizanibe, bila li qusûrê nenihêrin."
"Dema ew ji me terorîstan dixwazin em didin, lê binihêrin ew nadin. Çima nadin? Qaşo daraz heye û bêyî biryara dadgehê nikarin bidin. Dibe, de bila wisa be. Xwedê mezin e. Heman tişt li vir jî dibe ku bibe. Dema tiştekî ji me bixwazin em ê hewaleyî (qesta dadgeran dike) we bikin. Dema hûn biryarê bidin em ê nedin. Êdî wiha ye. Em ê him hevalbendên stratejîk bin û him jî tiştên didin xeber bidin. Wiha nabe."
"Dozgerên te ji hêla rêxistina terorê FETOyê ve wê ji Amerîkayê bên, li vir bixwin û bigerin, paşê vegerin Amerîkayê. Lê hûnê welatiyekî Komara Tirkiyeyê dema ku tê welatê we bigrin, 6 mehan di girtîgehê de bihêlin û wî dernexin dadgehê. Ev tevgera we wê bibe bêalîbûn, azadîxwazbûn. Dema ku em bipirsin û bibêjin 'Hûn çima ji wî hesabê napirsin' jî hûnê bibêjin 'filan û bêvan, li vir darazeke azad û bêalî heye'. Qusurê nenihêrin li cem me darazeke bêalî û azad ya ji we zêdetir heye."
"S&P derdikeve û dibêje 'Li Tirkiyeyê veberhênan nayê kirin'... Ev daxuyaniyeke siyasî û îdeolojîk e. Kesên ku tên Tirkiyeyê û lê digerin, baş pê beled in ku li Tirkiyeyê meriv dikare çi bike. Ey S&P ma tu dizanî ku Tirkiye li ku derê ye? Pêşiyê tu vê lêkolîn bike."
"(Taleba îadeya serkirdeyê FETO Gulen) FETOyê bi hemû derfetên xwe yên li Tirkiye û dinyayê va bûye amûrê kesên ku dixwazin vê pêvajoyê li dijî Tirkiyeyê biemilînin. Çi kirin? Serokê rêxistina terorê ya cudaxwaz teslîm kirin û şûna wî serokê rêxistineke din a terorê hildan. Lîstik pir veşartî ye. Divê li hemberî van em pir hişyar bin. Heger ev pêvajoya îadenekirinê dewam bike, dirêj bike, dê gelek tiştinên hesas hebin ku emê behsa wan bikin."
"Hêzên koalîsyonê ji çend welatan pêk tê, hûn dizanin? Ji 63 welatan pêk tê. Em wek 63 welatên koalîsyonê nikarin DEAŞa ku ji 10 hezarî pêk tê têk bibin, em ji bo vê ji PYDê YPGê ra dibêjin ku 'Were, hûn terorîst bin jî alîkariya me bikin da ku em wê DEAŞê têk bibin.' Ji terorîstan qenc û xerab çêdibe? Ew jî terorîst in. Ango hûn ji bo ku grûbeke terorê têk bibin hûn bi grûbeke terorê ya din ra hereket dikin. Qusûrê nenihêrin, em wek Tirkiye destûrê nadin ku li başûrê xwe, li bakurê Sûriyê korîdoreke terorê çêbibe."
"Yên ku rêxistinên terorê berdidin pêsîra welatê me, mebesta wan ew e ku me li derveyî vê pêvajoya krîtîk bihêlin. Lê babeteke ku ferq nakin heye, ew jî ew rastî ye ku Tirkiye Tirkiyeya berê nîne."
"Ez, daxuyaniya namzeda Partiya Demokratîk Clintonê gelekî bêşans dibînim. Bi heman şêweyî ew jî dibêje 'emê piştevaniya xwe ya bona PYD û YPGyê bidomînin'. Daxuyaniyeke gelekî bêşans e. Bi min di siyasetê da pênaseya daxuyaniyeke bi vî rengî pir cuda ye. Bi rastî ez viya wekî 'ecemîtiya siyasî' dibînim. Divê tiştekî wiha neyê kirin. Di heyameke ku evqas hesasiyet hene da gaveke wiha nayê avêtin."
"Miletê tirk hînî wê tiştê bûye ku li vê erdnîgariya ku hezar sal e lê dijî têbikoşe, bi canê xwe welatê xwe biparêze. Heger em hinekî bi paş da biçin emê Şerê me yê Rizgariyê û Çanakkaleyê bibînin. Herî dawîn jî me di 15ê Tîrmehê da nîşanî hemû dinyayê da ku em bona siberoj, demokrasî û pîrozweriyên xwe dikarin çi bikin."
"Ji bo me terora ku ji Sûriye û Iraqê dertê, pir girîng e. Ji aliyekê va hesabê kar û zirarê, ji aliyekê va jî meseleya jiyan û mirinê heye, divê em vê baş bibînin. Yên ku têkiliya Tirkiyê ya bi herêmê ra li ser berjewendiyê dihesibînin û tevlihev dikin ra ez dixwazim wiha bibêjim; Tevkariya bi rêxistinên terorê ra wek lîstika bi agir ra ye. Ev agir bi me nagre, lê ez ditirsim ku yên ku pê dileyîzin wê wan bisoje."