İbrahim Atmaca
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
ANKARA
Xebatkarên Ajansa Anadoluyê (AA) piştgirî da kampanyaya beşxandina xwînê ya ku Navenda Xwînê ya Heyva Sor da destpêkirin.
Xebatkarên AAyê li Midûriya Giştî ya AAyê li stanta ku Heyva Sor a Tirk danî, xwîn da.
Yuksel Ozbaşê ku di ekîba bexşandina xwînê ya Heyva Sor a Tirk da wezîfedar e, daxuyanî da û got ku piştî ku serma çêbû mirov êdî ji malê dernakevin û loma jî di dema dawîn da stoka xwînê kêm bû.
Ozbaş diyar kir ku li ser bangewaziya Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik wan xebatên kampanyaya bexşandinê zêde kirin û wiha dewam kir: "Gelê me jî piştgirî da û jimara bexşandinê zêde bû, lê bexşandina xwînê ne acil e, timî pêdivî pê heye. Em dixwazin ku ev timî hebe."
Ozbaş diyar kir, xwîna ku tê dayîn piştî miemeleya laboratuvarê ji bo sê kesan tê xebitandin û hemû kesên hestyar dewet kir ku xwînê bidin.