Elif Orhan
16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kisikliyê bangî welatiyan kir û got ku "Ez ji vir bangî Amerîkayê dikim, bangî Birêz Serok dikim û dibêjim ku; Birêz Serok, min ev gote cenabê we bi xwe, 'Yan ew kesê li Pensîlvanyayê ya di nav 400 donim eraziyê de deport bikin an jî bidin me' min wisa gotibû û min gotibû we ku ev di nav hewldana derbeyê de ne lê min nekarî xwe bidim guhdarkirin. Ez niha piştî teşebûsa derbeyê dîsa bang dikim û dibêjim ku; êdî vê kesê li Pensîlvanyayê teslîmê Tirkiyeyê bikin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de qala teşebûsa derbeyê ya FETO kir û wiha axivî:
"Ev bûyer çalakiyên komeke biçûk a di nav Hêzên me yên Çekdar de bûn, ne yê Hêzên me yên Çekdar bix we bû. Ji ber ku ev di nav hêzên me yên çekdar de ûr bûn ûr... Niha ev ûr tê paqijkirin. Hêzên me yên Çekdar înşeallah dê ber bi asteke ku lê tê ve biçe."
"Di vê navberê de ez gelek spasiya darazê jî dikim, ji ber ku daraz li çar aliyê welatê me, bêyî ku li meqam û mewqiyên wan, li rutbeyên wan binêre her kî dibe bila bibe dest da destê teşkîlata ewlehiyê û ev berhev kirin û biryara girtina wan da û ew girtin."
"Parlementoyê civîna xwe kir û bi rastî jî danezaneke xweşik weşandin û ev danezana hevpar di heman demê de danezana me ye jî. Em jî îmzeya xwe diavêjin binê wê. Va ye her dem hewcedariya me bi vê danezanê, bi vê bihevrebûnê û piştevaniyê heye. Dema ku me ev yek kir tu pirsgirêkên ku em ê nekarîn çareser bikin namînin. Jixwe ev tiştên ku diqewimin operasyona patronên mezin ên ku nikarin pêşketina Tirkiyeyê hezm bikin e."
"Em vir nekevin nav lîstekekî jî. Dibe ku niha hêzên derveyî yên dixwazin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û gelê me bînin hemberî hev hebin, dibe ku hêzên ku ji nav welêt teqwiyeyê didin hebin. Nebî ku em bikevin vê dafikê. Di dawiya dawiyê de ev Hêzên Çekdar ên me ne. Ev hêzên çekdar ên Rêxistina Paralel nînin. Ev birayê we jî li gor hikmê amirê ya Destûra Bingehîn Serqomutanê hêzên çekdar e."