28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
İSTANBUL
Îdianameya ewil a ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna dijî leşkeran ya piştî hewla derbeya 15 tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY)ê da ku 28 jê girtî der hegê 62 kesan da cezayê 3 car girankirî yê hetahetayî yê girtinê yê hepsê dixwaze, piştî erêkirina Serdozgeriyê ji dadgehê ra hat şandin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî hewla derbeyê der heqê eskerên serbazên dixwestin Balafirgeha Sabîha Gokçenê bidestbixin jî di nav da bûn ji bo 28 jê girtî bi tevahî 62 kesan îdianameya ewil amade kir.
Dozgerên Komarê yên Stenbolê Hîkmet Pak û Bulent Başer der heqê 28 efserên bi rûtbe, 34 jî binefser û eskeran da ji ber hewla serobinkirina pergala Komara Tirkiyeyê û hwd... îdianame amade kirin û xwestin ku ji bo bersûcan bila cezayê 3 car girankirî yê hetahetayî yê girtinê yê hepsê bê dayîn.