Hikmet Temeş
19 Nîsan 2026•Rojanekirin: 19 Nîsan 2026
Hakkarî Zapsporê di hefteya 23yemîn a lîgê da Bulanik Kopspor kir mêvan.
Pêşbirk li Stadyuma Bajêr a Merzanê hat lîstin, beriya lîstina pêşbirkê ji bo kesên ku di êrîşên dijî dibistanan da hatin kuştin, rêz hat girtin.
Pêşbirk bi 6-0 serkeftina Hakkarî Zapsporê kuta bû.
Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Sporê Emîn Yildirim, Serokê Bajarê Hekariyê yê AK Partiyê Zeydîn Kaya, Serokê Odeya Şofêr û Otomobîlkaran a Hekariyê Abdî Arslan û Serokê Kulûba Zapsporê Ayhan Tunç jî pêşbirk temaşe kir.