Di daxuyaniya Klûba Fenerbahçeyê ya der heqê êrîşa li dijî otobêsa Klûbê de wiha hat gotin: "Wekî klûb em wisa difikirin heya ku êrîşa li dijî otobêsa tîmê neyê ronîkirin û wijdana raya giştî ya Fenerbahçeyê neyê tetmînkirin divê lîg bên rawestandin."
Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya klûbê de hat destnîşankirin, bûyera ku li dû pêşbirka tîmê ya bi Çaykûr Rîzesporê re ya ku di vegera balafirgeha li Trabzonê de qewimî, bûyereke alîgiran a ji rêzê ya ku dê were nixûmandin nîne û wiha hat îdiakirin: "Ev sûîqesd û êrîşeke çekdar a plan û organîzekirî ya li dijî Fenebahçeyê ye."
Di daxuyaniyê de bang li camîeya Fenerbahçeyê jî hat kirin da ku biîtidal bin û herwisa hat gotin ku daxuyaniya dorfireh a der heqê bûyerê de dê li dû civîna awarte ya lijneya giştî ya sibehê were dayîn û wiha hat domandin:
"Ev qonaxa dawîn a dijayetiya Fenerbahçeyê ye ku ji piştî dafika tîrmehê û vir ve ji aliyê destên tarî tên parastin û heta tên xelatkirin jî. Êdî dawiya fitbolê xuyan dike û xwîn hatiye rêtin. Êdî hesasiyet û pêşaniya Fenerbahçeyê ew e ku di demeke nêz de kiryarê bûyerê an jî kesên ku dan kirin werin dîtin û bên cezakirin."
Wekî klûb em wisa difikirin heya ku êrîşa li dijî otobêsa tîmê neyê ronîkirin û wijdana raya giştî ya Fenebahçeyê neyê tetmînkirin divê lîg bên rawestandin. Em ji bo ajotvanê otobêsa me Ufuk Kiran ê ku di vê êrîşa xayîn de birîndar bû, werzîşvanên me, heyeta me ya teknîkê, ligel malbatên wan xebatkarên me û camîeya xwe re xweşiyê dixwazin û em dibêjin derbasî be."
Klûba Fenerbahçeyê duh êvarê li bajarê Rîzeyê tîma Çaykûr Rîzespor ê 5 û1 têk biribû. Piştî pêşbirkê li ser rêya Rîze û Trabzonê bi guleyan êrîş biribûn ser otobusa tîma Fenerbahçeyê. Di êrîşê de şofêrê otobêsê ya ku futbolîstên Fenerbahçeyê têde bûn birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê.