Türkan Tosun
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê cara şeşemîn li Avahiyê Bîlkentê ya Wezareta Tenduristiyê civiya.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê.
- "Li welatê me heta niha di kesekî da vîrusa koronayê nehat tesbîtkirin"
Koca got li Tirkiyeyê di kesekî da şewba vîrûsa koronayê ya li Vuhana bajarê Çînê derket holê nehatiye tesbîtkirin û wiha axivî: "Li welatê me heta niha di kesekî da vîrusa koronayê ya nû nehatiye tesbîtkirin. Wek Tirkiye em bi tecrubeya xwe, ekîba xwe ya xurt a tenduristiyê û kadroya xwe ya dînamîk va ji wan welatên herî ewil tevdigerin jê yek in."
- "Rewşeke malbatên me jê bitirsin tuneye"
Wezîr Koca got sibê dibistan vedibin û wiha dewam kir: "Sibê dibistan vedibin. Ez dixwazim bibêjim rewşeke ku malbatên me jê bitirsin tuneye. Nîşeyên ji hêla Lijneya Zanistê va hatine amadekirin wê bi destê Wezareta Perwerdeya Neteweyî bigihêje malbatan."
Der barê tevdîrên şewba vîrûsa koronayê û kesên ji Vuhanê hatin texliyekirin da jî Koca wiha agahî da: "Duh di Laboratuvara Vîrolojiyê ya Neteweyî da li ser 18 nimûneyan xebat hat kirin. Encama van negatîf derket. Nimûneyên wan ên ewil hatin hildan. Îhtimal e ku em ê sibê encamên nimûneyan eşkere bikin."