28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
MANÎSA
Li Tûrgûtlûya navçeya Manîsayê wesayîta karkeran qulibî û di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan minîbusa H.H.Ç yê bi pileqeya 45 J 1268 li ser rêbeja Manîsa Tûrgûtlû derbasî rêya din bû û qulibî.
Di qezayê da ajokarê minîbusê H.H.Ç. û Halît Gollu, Berna Boztaş, Bariş Oner, Alev Yilmaz, Feyzûllah Goktaş, Ûgûr Şahîn, Halîl Aksoy, Sînan Kûrt, Cem Akpinar û Halîl Yuksek birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Tûrgûrlûyê û nexweşxaneyeke taybet.
Hat tespîtkirin ku rêwiyên di minîbusê de karkerên febrîqeyekê bûn û di mueyneya ajokarê minîbusê de jî 0,62 promîl alkol derket.