21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Ji 7 xebatkarên Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) yên ku li Bamakoya paytextê Maliyê di otêlekê da bi destê komeke çekdar va hêsîr hatibûn girtin û paşê hatibûn xilaskirin 6ê wan anîn Tirkiyeyê.
Teyareya THYyê ya ku ji bo xebatkarên xwe bîne do êvarê çûbû Maliyê vegeriya welêt. Teyare di saet 10.00an da hate Balafirgeha Ataturk. Bi teyareyê pîlotê kaptan Îsmaîl Yerlî, kaptanê 2yan Sadik Murat Arat, amirê kabînê Murat Gunduz, xebatkarên kabînê Lutfiye Denîz Kivrak, Şerîfe Taşçi Kabacik û Eray Sevîm hatin Tirkiyeyê.
Hat ragihandin ku Şefê Îstasyona Maliyê yê THYyê Mehmet Atmaca ji bo seferên THYyê yên ku dewam dikin bi daxwaza xwe li Maliyê ma.
Hat ragihandin ku xebatkarên ku hatin xilaskirin bi şev li balyozxaneya Tirkiyeyê man, bi hevalrêtiya ewlekariya taybet va ji avahiya balyozxaneyê derketin û ji bo ku werin Tirkiyeyê derbasî balafirgehê bûn.
Komeke çekdar di ser Otêla Radîssonê ya li Bamakoya paytextê Maliyê da girtibû û 170 kesên ku piraniya wan biyanî ne hêsîr girtibûn. 7 xebatkarên THYyê yên ku li otêlê dîl hatibûn girtin paşê hatibûn xilaskirin.