03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Almanya hembêza xwe ji terorîstan ra vedike, baş nabînim û ber bi xêrê va naçe. Niha Almanya bûye dewleteke ku terorîst lê disitirin. Ez vê bi eşkereyî dibêjim."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreya Miletê ya Beştepeyê di merasima xelatê ya bi navê "Însanên wek Xezîne yên dijîn û Nunerên Mîratê Digihijînin siberojê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê" da axivî û wiha pê da çû: "Eva erdê me jî bi xuna şehîdan hat hasilkirin, ji bo vê eva erda welat e. Tu kes nikare li ser vî erdî operasyonan bike. Ku bikin, hûn tiştên ku Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bûn dibînin. Sekin tune."
Erdogan rexne li tevgera Almanyayê ya li hemberî rêxistinên terorê girt û got: "Ez aqûbeta Almanyaya ku di ciyê bi PKK, FETO, DEAŞ û rêxistinên nijadperest ra şer bike, guh nade ewlehiya neteweyî ya dewletên din û hembêza xwe ji terorîstan ra vedike, baş nabînim û ber bi xêrê ra naçe. Niha Almanya bûye dewleteke ku terorîst lê disitirin. Ez vê bi eşkereyî dibêjim."
Serokomar Erdogan hewla derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) a 15 tîrmehê bibîr xist û pesnê liberxwedana gel a dijî terorê da û wiha dewam kir: "Gelê tirk di 15ê Tîrmehê da tenê li azadî, bawerî, ala, azan û demokrasiya xwe xwedî derneket, di heman demê da li armanc û hedefên xwe jî xwedî derket. Lê kesên ku ji vê aciz bûn jî hene. Kesên ku ji dengê selat û azanê aciz bûn jî derketin. Berê jî yên ku aciz dibûn hebûn. Hê jî yên wekî wan hene û wê sibê jî hebin. Lê mesele ew e em ji rêya xwe venegerin û ji evdan ra nebin evd. Tenê bibin evdê Xwedê."
Serokomar ragihand ku ew rojên berê yên hin kes û welatan her carê bi tiştekî Tirkiyeyê ditirsandin êdî neman û wiha pê da çû: "Êdî kes nikare Tirkiyeyê bi rêxistinên terorê û tirsa perçebûnê bibe û bîne. Lewra piştî ku şeva 15ê Tîrmehê naveroka hewla derbeyê eşkere bû, me bi gelê xwe ra vê biryarê da; em bijîn em ê wekî însanan bijîn û em bimirin jî em ê wekî însanan bimirin."
Xêncî Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteke me tune. Em ê ji bo vê dewletê her tiştî bidin û vê jî bizanibin, eva helwesta helwesteke wisa ye ku êdî di nav sînorê me da na çavkanî li ku derê be li wê derê pirsgirêkê berteref bikin. Ji bo vê em li Sûriyeyê ne, li Iraqê ne. Ji bo ku li wê derê bi cî bin na ji bo tehdîdên ku ji wê derê bên li ciyê wê bidin sekinandin."