Türkan Tosun
14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyê ku ji ber nexweşiya sermagirtinê demekê li mala xwe îstirehet kir îro hat navenda giştî ya partiya xwe û dest bi kar kir.
Bahçeliyê di 23yê Îlonê da nexweş ketibû û çûbû Nexweşxaneya Enqereyê ya Zanîngeha Başkentê û di heman rojê da ji nexweşxaneyê derketibû demeke dirêj li mala xwe îstirehet kir.
Piştî 21 rojan Bahçelî ji bo ku dest kar bike bi wesayîta xwe ya meqamê va hat navenda partiyê. Bahçelî paceya wesayîtê vekir û îşareta "bozqurt"ê kir.
Gelek partiyiyan bi dirûşmeya "Serokê tevgerê Devlet Bahçelî" ew pêşwazî kirin.
Bahçelî dema çû odeya xwe ya meqamê ji şaneşînê silav da partiyiyan.
Partiyiyan li derva alayeke Tirkan a mezin vekirin.