Hilmi Tunahan Karakaya,Murat Kaya
27 Sibat 2024•Rojanekirin: 28 Sibat 2024
ERZURUM (AA) - Li Erziromê ekîbên Rêbejayan ji bo berfa li ser rêya ku navenda bajêr û navçeya Tekmanê digihîne hevdu paqij bikin dixebitin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 12emîn a Rêbejayan li Bihûreka Palandokenê ya ku 2 hezar û 885 mêtro bilind e û yek ji wan rêyên alternatîf ên gihandina navçeya Tekmanê ye dest bi xebatê kirin.
Ekîb ji bo firehkirina rê dixebitin ku şofêr tengasiyê nekşînin.
Ji bo paqijiya berfê wesayîtên berf lê tê barkirin, kepçe, grêder û kamyon tên bikaranîn.
Li hin cihan qalindahiya berfê ji mêtroyekê derbas bûye, lê ekîb hewl didin berfê paqij bikin.