26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Eqrebayên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz ên ku di bûyerên Kobanê yên 6-7ê Çiriya Pêşîn a 2014an de li Diyarbekirê hatibûn kuştin gotin ku cezayê dadgehê daye têrê nake û xwestin ku kesên ev kuştin dane kirin jî bên mehkemekirin.
Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguz anî ziman heta yên ku ev kuştin bi van kesan dane kirin neyên mehkemekirin dilê wan rehet nabe û wiha axivî: "Zubeyde Zumrutê di radyoyê de ji her kesî re got derkevin kolanan. Selahattîn Demirtaş got 'Her derê bikin Kobanê'. Gulten Kişanakê got 'Çiqas dîndar û kesên rihê wan hebin ji holê rakin'. Dîmenê kamerayên MOBESEyê winda kirin. Dewlet bila vê lêkolîne bike û vê bibîne. Ji bo ku careke din wehşeteke wiha çênebe bila kesên ev kar dane kirin jî bêne girtin. Heke ceza nedin van ev bûyer wê careke din çêbibin."
- "Em giriyan bila dayikên din negirîn"
Gokguz got ku cezayên hatine dayîn piçekî be jî êşa dilê wan kêm kiriye û wiha dewam kir: "Dilê min şewitî bila dilê kesekî din neşewite. Selahattîn Demirtaş digot bila 'Dayik negirîn'. Tu wisa dibêjî lê tu çima dayikan didî girî. Em giriyan bila dayikên din negirîn."
- "Ez ji Selahattîn Demirtaş gilîdar im"
Gokguz got, "Neviyê min ê piçûk dibêje 'Bavê min li ku derê ye, çima nayê?' Ez ji Selahattîn Demirtaş gilîdar im lewra heke wî gel gazî kuçeyan nekiribûya tu kes dê peyayî kuçe û kolanan nebûya." û wiha pê da çû:
"Hetanî ku kesên berpirsiyar neyên mehkemekirin em ê rihet nekin. Dibê edalet bi cî bê. Em edaletê dixwazin, ji tu kesî alîkariyê naxwazin. Em li heqê zarokên xwe digerin. Çi sûcê zarên me hebû? Sûcê zarokên me ew bû ku li feqîran goşt belav dikirin, zikê wan têr dikirin. Tu carê zarên me derneketin kolanan û tecawizî malê tu kesî nekirin, wesayît û dikana tu kesî neşewitandin."
- "Em dixwazin ku kujer di girtîgehan a birizin"
Kîmet Guneşa diya Riyat Guneş di daxuyaniya xwe ya kurmancî da bi bîr xist ku ceza dan sûcdaran, daxwaza wan ew e ku kesên bang kirin jî bên darizandin.
Guneşê got cezayê ku hat dayîn dilê wan rihet nekir û wiha axivî: "Em dixwazin ku kujer di girtîgehan da birizin. Zirara zarokên me negihîştibû tu kesî. Goştê qurbanan belav dikirin. Li zarokên me êşkence kirin û kuştin. Xwedê heqê me nehêle. Xwedê vê êş û janê bîne serê wan jî."
- "Neviyê min her roj pirsa bavê xwe dike"
Dayîka Hasan Gokgoz, Mehtap Gokgozê got ku neviyê wê her roj pirsa bavê xwe dike, lê ew cewabekê nabînin ku bidin.
Gokgozê diyar kir ku ew dixwazin cezayê ku dan berşikan bira heman cezayî bidin Selahattîn Demîrtaş jî û wiha pê da çû:
"Dewlet heya ku heman cezayî nede Gultan Kişanak û yên din, rehetiya dewletê jî çênabe. Lawê min şehîd bû, ez giriyam. Bira dayîkên leşker û polêsan negirîn. Ez edaletê dixwazim. Dewlet dibîne ku ka ew çi dikin."
- "Em dayîk in, em dixwazin edalet ciyê xwe bibîne"
Dayîka Huseyîn Dakak, Zerîfe Dakakê rexne li wê yekê girt ku hin berşikan ceza nexwarin û wiha dewam kir, "Ez dixwazim ceza li wan jî were birîn. Yên din ceza xwarin, hundirê me hinekî hênik bû."
Dakakê got heya ku kesên bûn sedem neyên darizandin, edalet ciyê xwe nabîne û wiha xeber da:
"Ji kesên ku nav tê dan tiştek nehat kirin, îhmalkariya mezin di wir da ye, lewra kesê ku li Diyarbekirê xwîn da rêtin, bal kişand ser Kobanê Selahattîn Demirtaş e. Mîmar ew e, me dixwast ku ew ceza bixwe. Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Zubeyde Zumrut, Gultan Kişanak tevlî doza bûyerên 6-7ê cotmehê nekirin. Em dayîk in, em dixwazin edalet pêk were. Em wek malbatên şehîdan vê dixwazin."
- "Biryarê em tetmîn nekirin"
Hatîce Boruya diya Yasîn Boru jî got ku ew ji ber cezayên ku hatine birîn, hinekî tesellî bûn û wiha axivî:
"Lê vê biryarê em tatmîn nekirin. Em nabêjin 'Sûcdar cezayê xwe xwar'. Çend kujerên destbixwîn ên talankar û tetîkbidest ceza xwarine, em bi vê tetmîn nabin. Em tenê dixwazin ku Selahattîn Demirtaş, Zubeyde Zumrut, HDP û PKKyî û kesên ku ew roj millet ji bo Kobanê derxistin kolanan werin mehkemekirin, heke ku ew neyên mehkemekirin dilê me rehet nabe."
Diya Yasîn bertek da nîşan ku hin bersûcên dozê beraat kirin û bangî hikûmetê kir ku îhmala kê tê da hebe bila ew jî werin mehkemekirin.