28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Çavkaniyên Munzurê yên ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê cih digirin û di demên berê da ji ber bûyerên terorê zêde rastî eleqeyê nedihatin piştî arambûna li herêmê bûn rawestgeha turîstan.
Di nav kevir û zinarên nêzî gundê Ziyaretê da biçûk-mezin bi dehan kanî hene û ew ji bo Çemê Munzurê jî çavkanî ne.
Çavkaniyên Munzurê ji hêla gelê herêmê va pîroz tê hesibandin ji ber vê jî ji aliyekî va hin kesên xwedî wê baweriya ev cih pîroz e tên, hene û ji aliyê din va jî hin kesên dixwazin xweşiyên li vê derê bi çavên serê xwe bibînin tên, hene.
Di demên borî da ji ber bûyerên terorê Çavkaniyên Munzurê rastî eleqeya zêde ya ku heq dikirin nehatin lê piştî pêk hatina hizûr û aramiya li herêmê bala turîstên xwemalî kişand û bû yek ji rawestgehên turîzmê ya li bajêr.
"Çavkaniyên Munzurê" ji bo turîstan bûn rawestgeh
- Di 3 mehan da nêzî 900 hezar turîst hatin dîtina çavkaniyan
Di demên dawîn da bala li ser çavkaniyan zêde bû û di hezîran, tîrmeh û tebaxa sê mehên havînê yên îsal da ji çar aliyê Tirkiyeyê û dervayê welêt nêzî 900 hezar turîst hatin û bi çavên serê xwe çavkanî dîtin.
Qaymeqamê Ovacixê Selçuk Haskiriş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê piştî bicihbûna aramiyê hejmara turîstên ber bi Ovacixê va gelek zêde bû û wiha pêda çû: "Çend sal beriya niha dema qala Tuncelî û turîzmê dihat kirin gelek kesî van herdu tiştan li cem hev xeyal nedikirin. Lê bi saya têkoşîna biryardarî ya dewletê ev du sal in ku hejmara turîstên Tuncelî û herêma Ovacixê ziyaret dikin zêde bû. Sedema sereke ya vê jî hizûr e. Lewra bi xêra ku hizûr pêk hat mirov dikarin bi dil rihetî bên Tuncelî, Ovacix û Çavkaniyên Munzurê.
Mixtarê gundê Ziyaretê Ateç Çelik jî destnîşan kir ku bi xêra tunebûna bûyerên terorê va hejmara kesên berê xwe dan herêmê zêde bû.