Ahmet Aydın
03 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Adar 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ewên ku hingî serkeftî nebûn îro bi rêyeke din tunelan vedidin. Ewên ku wê çaxê bş tunelên fizîkî negihiştin armanca xwe îro bi şiklekî weke wê tunelên siyasî vedidin û dikevin lîsteyên CHPê. Ev tunelên dijî îradeya millî bi riza, pesendkirin û piştevaniya eşkere ya rêveberiya CHPê tê kirin."
Serokomar Erdogan li Meydana Komarê ya Samsûnê beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Me bi operasyonên hêzên me yên ewlekariyê yên deqîq bêyî ku zirar bighije yek sivîlî jî terorîst berteref kirin. Ewên ku hingî serkeftî nebûn îro bi rêyeke din tunelan vedidin. Ewên ku wê çaxê bş tunelên fizîkî negihiştin armanca xwe îro bi şiklekî weke wê tunelên siyasî vedidin û dikevin lîsteyên CHPê. Ev tunelên dijî îradeya millî bi riza, pesendkirin û piştevaniya eşkere ya rêveberiya CHPê tê kirin."
Erdogan herwiha got, "Wezîfeya sereke ya rêvberiya îroyîn ya CHPê mixabin bûye navgînîkirin û piştevaniya cihêxwazan."
Serokomar Erdogan wiha pêde çû:
"Bi taybetî li wîlayetên ku rêxistina terorê ya cihêxwaz namzêd nîşan nedan, ev siyaseta tunelê eşkere ye. Li herêma meya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî siyaseta tunelê gihiştiye rehendên cuda û hevkariyeke eşkere. CHP û şurekaên wê ne tenê navgîniya siyaseta tunelê e; dixwazin ku meşa me ya bi gel re, bihevrebûna me ya bi gel re têk bidin."
Erdogan bal kişand ser rapirsînên hilbijartinê û wiha got, "Ji bo me ne gotinên rapirsînkaran, yên gel giring in. Ji bo ne meydan, tiştên ku meydan dibêjin giring in."