23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
GAZÎANTEP
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk û Alîkarê Serokê Yekemîn e Komisyona YEyê Frans Timmermans wê îro li Gazîentabê li navenda Nîzîp-2yê bi penaberên ji Sûriyeyê ra bên bal hev.
Davutoglu, Merkel, Tusk û Timmermans wê bi hev ra herin serdana navenda Nîzîp-2yê ku di kordînasyona Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) da di 11ê sibata 2013yan da li ser qadeke 145 mêtroqere hatiye avakirin û 4 hezar û 818 penaberên ji Sûriyeyê lê dimînin.
Li gor agahiyên rayedarên AFADê li navendê 282 personel dixebitin, li navendê 500 metroçarçik qada werzişê, 300 Metroçarçik qada lîstikê, 2 ciyên beravê, markêtek, 2 kuafêr, mescidek, 2 holên televizyonê û 2 holên înternetê hene.
Li navendê ji destpêka avakirinê heta niha 363 zarok çêbûne û hezar û 857 zarok tên perwerdekirin.
Serokwezîr Davutoglu, Merkel, Tusk û Timmermans piştî serdana navendê wê beşdarî merasima vekirinê ya Bernameya Alîkariya Sûriyeyê ya Tirkiye-YEyê ku li Navenda Huner û Kongreyê ya Zanîngeha Gazîentabê tê çêkirin bibin û wê peyra jî civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.