Ahmet Aydın
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ÎSTANBÛL
Piştî ku Mehkemeya Destûrê sedema biryara xwe ya îxlala heq a derbarê Mehmet Altan eşkere kir, daxwaza texliyeyê ya parêzerê gumanbar careke din hat redkirin.
Piştî ku Lijneya Giştî ya Mehkemeya Destûrê sedema biryara xwe ya îxlala heq a derbarê gumanbarê girtî Mehmet Altan eşkere kir, parêzerên Altan dubare serlêdana texliyeyê kirin.
26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê daxwaz nirxand û bi piraniya dengan biryara redda daxwazê da.
Di biryara dadgehê de hato gotin, "Dadgeha Destûrê biryarên weke di serlêdanên takekesî de yên ji bo biryara dadgehekê de ka gelo mafê sereke hatiye îxlalkirin yan na û derbarê ka gelo çawa dikare vê îxlalê ji holê rake, dide. Di mijarên weke yên ku pêwîste di rêyaqanûnê de were destnîşankirin de, Dadgeha Destûrê vê nikare bike mijara venêhirînê. Ji ber qanûnê biryarên wê di hukmê fermandariya reha de ne."
Di biryarê de hat destnîşankirin ku ji ber delîlên di çarçoveya dosyeyê de, herwiha ji ber mezinbûna tehdîda darbeyê, îhtîmala reva gumanbarî, asta ku dosye gihîştiyê û li gorî miqdara cezayê ku qanûnê pêşdîtiye, biryara girtîbûna derbarê gumanbar de bipîvan e û di cihda ye.
Bi vê sedemê daxwaza texliyeyê ya parêzeran ji bo gumanbar Altan careke din hat redkirin.