03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
ÎSTANBÛL
Destûr nehat dayîn ku Parlementerê Şirnexê yê HDPyê Ferhat Encu derkeve derveyî welêt.
Encu ji bo ku biçe Bruksela paytextê Belçîkayê di saet 11.00an de gihaşt Balafirgeha Almanyayê. Di dema kontrola pasaportan de hat tespîtkirin ku der heqê wî de biryara qedexeya derketina derve heye û dest danîn ser pasaporta Encu.
Destûr nehat dayîn ku Encu derkeve derveyî welêt û Encu ji balafirgehê veqetiya.
Encu daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ji bo ku beşdarî bernameyekê bibe biçe Brukselê hat balafirgehê û di balafirgehê de ji ber qedexeya derketina derveyî welêt a ku Dadgeha Cezaya Silhê ya Şirnexê der heqê wî de daye dest danîn ser pasaporta wî û nehiştin ku biçe.