Abdullah Tel
12 Adar 2020•Rojanekirin: 13 Adar 2020
Di çarçoveya doza êrîşa bombeyî ya endamên PKKya rêxistina terorê da ku di 1ê Sibata 2018an li Çankayaya navçeya Enqereyê birin ser avahiyeke Şaxa Bacê ya Pisporî ya Anadoluyê da 51 kes dihatin darizandin.
Di dozê da ji bo 8 bersûcan di navbera sal û 3 meh û 53 sal û 4 mehan da cezayê hepsê hat birîn û ji bo 6 kesan jî biryara serbest berdanê hat dayîn.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê hat dîtin, ji gumanbarên negirtî Omar Hellî, Mihammed Eldîbo, ji bersûcên girtî Mahmoud Atiyye û parêzerên wî li dadgehê cih girtin û ji bersûcên girtî Amîna Chikhmous jî ji ser pergala vîdeo-konferansê tevlî dozê bû.
Bersûc û parêzerên wan parastina xwe dan dadgehê û berdana xwe xwestin.
- Li kesekî 54 sal û 4 meh cezayê hepsê hat birîn
Di encama doza da li Mahmoud Atiyye ji ber sûcê "yekîtî û bihevratiya dewletê serobinkirin û ji bo vê alîkarî kirin" 15 sal, ji ber ku di teqînê da 2 kes birîndar bûn û "qesta kuştina wan" hatibû kirin jî 30 sal û ji ber sûcê "di çarçoveya xebatên terorê da awayek dereqanûnî temînkirina teqemeniyan da" jî 8 sal û 4 meh û bi tevahî 53 sal û 4 meh cezayê hepsê hat birîn.
Di doza da ji bo 8 bersûcan di navbera salek û 3 meh û 53 sal û 4 mehan da cezayê hepsê hat birîn û ji ber tunebûna delîlan jî Ebdulmecît Mungan, Necah Mungan, Omar Hellî, Ebdulselem Alp, Mehmet Kokan û Hussan Aldabo jî serbest hatin berdan.
Biryar hat dayîn ku bila dosyeyên Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Mehmet Saît Surer, Sabriye Îlgun, Filîz Duman, Layîka Gultekîn, Hulya Oran, Suleyman Şahîn, Guluzar Tural, Îzzettîn Înan, Cemîl Bayik, Alî Haydar Kaytan, Riza Altun, Duran Kalkan, Murat Karayilan, Engîn Karaaslan, Nuriye Kesbîr, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Sabrî Ok, Salman Kurtulan, Guleser Torun, Mahmut Dora, Îsmaîl Ozden, Mehmet Toren, Ayfer Kordu, Menafî Bayazît, Guluşan Eksen, Elîf Yildirim, Sultan Kocabey, Salih Muslîm Mihemed, Fehman Hiseyîn, Alan Chikhmous, Menafî Bayazît, Kevser Şaban, Îbrahîmê lawê Mihemmed Eldîbo û Alî Anadeny ku qaşo rêvebirên PKK/KCKya rêxistina terorê ne û firar in jî bila bên cihêkirin.