06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Dîmenên hemleya asîmanî ya ku di şeva 26-27ê îlonê de ji aliyê Hêzên Asîmanî yên Tirkan ve li dijî kampa Metîna ya li bakurê Iraqê pêk hatibû, derket holê.
Dezgehên ewlekariyê di encama berhevkirina îstixbarat û kewşa ji asîman ve li dijî kampa Metînayê ya ku yeka herî girîng ji kampên terorîstan e, operasyona asîmanî pêk anîbûn.
Hemleya asîmanî ya li dijî spartgeh û depoyên alavan ên mensûbên rêxistina terorê ên li 7 cihên cuda cuda di 26ê îlonê saet 23.40î de dest pê kiribû û heta 27ê îlonê saet 02.20î dewam kiribû. 6 F-16 û 2 F-4 2020 beşdarî operasyonê bibûn.
Di dîmenan de kavilkirina spartgeh û depoyên alavan xuyan dikin. Di hemleyê de cebilxaneya "biaqil" hat emilandin.