Nihat Kavşut
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê Qanûna Netewedewleta Cihûyan ya ku li meclisa Îsraîlê qebûl bû got, "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku bertek nîşanî vê bêedaletiyê bidin ku li ber çavên hemû dinyayê diqewime."
Kalin ji nûçegihanê AAyê re axivî û derbarê qanûna 'Netewedewleta Cihûyan' a ku îro li Parlamentoya Îsraîlê hat qebûlkirin nirxandin kirin.
Kalin wiha axivî, "Em bi tundî qanûna 'Netewedewleta Cihûyan' ku li Parlamentoya Îsraîlê hat qebûlkirin şermezar dikin."
Kalin herwiha got, "Ev gavekî nijadperest e ku hewl didin bi qanûnî xelkê Filistînê ji axa wan paqij bikin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em bangî civaka navneteweyî dikin ku bertek nîşanî vê bêedaletiyê bidin ku li ber çavên hemû dinyayê diqewime."