ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wekîlê Patrîkê Ermeniyan Aram Ateşyan û heyeta pê re qebûl kir.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û bi qasî saetek û nîvekê dewam kir.
Beriya hevdîtinê Ateşyan guldankek diyariyê Serokwezîr Erdogan kir. Erdogan jî taseke zîvîn diyariyê Ateşyan kir.
Alîkarî Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Alîkarê Musteşarê Serokwezîrtiyê Îbrahîm Kalin, Serokê Weqfa Nexweşxaneya Ermeniyan a Surp Pirgîçê Bedros Şîrînoglu, Serokê Lijneya Rêvebiriya Dibistana Karagozyanê Dîkran Gulmezgîl û Alîkarê Ateşyan Ayk Murzoglu di hevdîtinê de cih girtin.
Ateşyan piştî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand û daxuyand ku hevdîtin baş derbas bû. Ateşyan destnîşan kir ew kêfxweş in ku Serokwezîr Erdogan, der barê bûyerên 1915an de peyamek da. Ateşhan wiha axivî: "Cimaeta me gava ewil ya ku Birêz Serokwezîr avêtiye bi kêfxweşî ve nirxand. Em wek patrîkxane vî gavî girîng dibînin. Serokwezîrê me her tim tiştên ewil dike û wek her car niha jî cara yekemîn e ku serokwezîrekî di 24ê nîsanê de êş û şîna ermeniyan qebûl kir. Wek kevoka ku pêxember şandiye, şaxa zeytûnê dirêj kir. Em nikarin vê piştguh bikin. Em naxazin ev şax hişk bibe, em dixwazin ku wê biçikînin ku ew fêkiyan bide. Ji bo vê jî hewcedariya me bi piştgiriya her kesî heye. Her du civak bi salan bi hev re jiyan û em bêriya wan rojan dikin. Banga me ji bo herdu aliyan e; werin li cem hev, temelê dostaniyê û aştiyê biavêjin."
Li ser pirsa milkên weqfan jî Ateşyan wiha axivî: "Hîn jî avahiyên ku em dixwazin henin, hîn jî pirsgirêkên ku divê li dadgehan bên çareserkirin henin. Lê hewcedariya me bi demê heye, di nav demê de hemû tişt dê bên çareserkirin, baweriya me bi vê heye. Em bi vê hêviyê ve ji cem Birêz Serokwezîrê xwe veqetiyan."
Ji bo pirsa "ji neviyan re mafê welatiyê dê bê dayîn an na" jî Ateşyan got ku ev mijar nehatiye rojevê û di nav demê de çi bê guherîn û kîjan pêşveçûn bibin dê eşkere bibe.