ANKARA
Arîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê Alî Urkut û Endama Komîsyona Hiqûqê ya Navendî Hulya Çapar Duranê bi daxwaza "Di mijara astengkirina fealiyetên Serokomar Erdogan de ji bo tevdîrê biryar bê dayîn" bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
HDPyê daxuyaniyeke nivîskî da û di serlêdana şexsî ya Urkut û Duranê ya ser Dadgeha Destûra Bingehîn de hat bibîrxistin ku di madeya 79emîn a destûra bingehîn ya bi serenava "birêvebirin û kontrola hilbijartinên giştî" de "hilbijartin di bin birêvebiriya giştî û kontrola şaxên darazê de dê bê kirin, ji destpêka hilbijartinê heta qedandina wan kirina hemû muameleyên ji bo ku hilbijartin di nav nîzamê de bê birêvebirin û duristiya wê, hemû gendeliyên di pêvajoya hilbijartinê de û mijarên piştî hilbijartinê de, lêkolîna gilî û îtirazan, dayîna biryara dawîn û peywira qebûlkirina mazbeteyên hilbijartina Serokomariyê û mazbeteyên hilbijartina endamên TBMMyê di LBHyê de ye. Li dijî biryarên LBHyê nikarin serî li merciyeke din bidin" ve girêdane.
-Di serlêdanê de ev hatin gotin:
"Kirin û fealiyetên Serokomar ên ku di daxwaznameyê de bi hûrgilî hatin diyarkirin, ji bo ku atmosfereke hilbijartinê ya serbest, wekhev û adîl derkeve holê astengiyan derdixîne. Serokomar bi xwe bi van kirinên xwe rêbaz û şertê hilbijartineke adil û durist binpê dike, li dijî madeya 101/4 a Destûra Bingehîn guh nade hikmê bêterefbûnê jî û hewl dide ku bi neheqî ji AKPyê re dengan berhev bike. Serokomar dema van dike jî bi awayekî ku sûc bike hemû derfetên meqamên fermî yên dewletê bi kar tîne. Bacên welatiyan ji bo ku ji partiyeke siyasî re rayê berhev bike bi kar tîne."