Tuncelê li gel Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Ertugrul Kurkçu, li avahiya HDPê ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Tuncelê êrişa ku li Urlaya navçeya Îzmirê ya ku li wesayîta partiyiyan hatibû kirin, şermezar kir û got, kesên ku li hember pêvajoya çareseriyê ne, di heman demê dibine sedemê rûdanên bi vî rengî jî.
Tuncelê dîsa got ku Ak Partî ji ber hin tirsên xwe naxwaze ku li pişt prosesa aşitiyê bisekine. Hêviya me ne parastina MÎTê ye, parastina prosesa aşitiyê ye.
Tuncelê pirsa der barê guhdarkirina têlefona wê de jî bersivand û wiha got:
"Mijara guhdarîkirinê tiştekî nû nîne. Meriv dikare bêje ku hema hema hemû kes tê guhdarîkirin. Navê me di arşîva guhdarîkirinê ya Sererkaniyê de jî derket. Him ên paralel û him jî yên ne paralel guhdariya me dikin. Hetta, em ketine halekî gelek xerab, binêrin du meh berê ji dozgeriyê belgeyek gihîşte sêkretera min û tê de hatibû gotin ku 'me we guhdarî kir, lê tiştek derneket'. Ev kêşeyeke gelekî cidî ye. Ev rewşeke gelekî dûrê dadê ye û ji ber vê jî em ê hewlên bi vî awayî tucarî qebûl nekin. Di vê lîsteyê de dibê ku 7 hezar kes hatine guhdarî kirin. Eva tenê lîsteyeke e. Gelo bi tevahî çend lîste hene?"
- Der barê Mudirê Asayîşa Îzmirê de banga gilîdariyê
Kurkçu jî bal kişand li ser êrişa ku li dijî endamên partiya wan a li Urlayê qewimî û got ku ev erîş nayê qebûlkirin. Kurkçu, nerazîbûna xwe ya der barê çapemeniyê de jî anî zimên û got ku çapemeniyê jî nexwest ku van bûyeran bibîne.
Alîkarê Serokê Giştî yê HDPê Kurkçu diyar kir ku partiyên siyasî jî tu şermezarî nekrin û ev jî tê wê maneyê ku vê êrişê qebûl dikin.
Kurkçu wiha got: "Heke kê li dijî prosesa aşitiyê be, kê dixwaze ku erîş û pevçûnên li Tirkiyeyê bila heta û heta bidome, kê xwe ji teslîmkirina mafên demokratîk û yasayî yên kurdan û unsûrên din dûr bixe, di nava vê êrişê de ye an jî vê êrişê pesend dike. Em vê êrişê, bi kurtî, wekî karê gladyoyê qebûl dikin."
Kurkçu got ku em jî hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê ne. Bi berdewamî Kurkçu wiha pê de çû: "Em jî zarokê vî welatî ne, em ê tu derî neterikînin. Em hikumetê hişyar dikin, bila tevdîrên ewlehiyê bigrin. Ji ber ku ciyên ku tevdîrên ewlehiyê hatibûn hildan, êrişên bi vî awayî nehatin serê me. Hefteya borî ez li Îzmirê bûm, tu tişt çênebû. Heke ku li hin deran êriş an jî bûyerên din çêbin, ev jî tê wê maneyê ku kêmasiya ewlehiyê heye. Wextê ku hevalên me daxwaza asayîş û ewlehiyê kirin, peywirdarên asayîşa Îzmirê, ji me re gotin ku em li vir nû ne û ji ber vê jî em hê hakimê rewşê nînin. Ji ber van kêmasiyan em ê der heqê mudirên asayîşa Îzmir û Urlayê de banga gilîdariyê bikin. Gelê kurd wê hewla dek û dolabên kesên ku dixwazin şer derxin, berteref bike."