Serokê Komîsyona Daxwaznameyan a TBMMyê Mehmet Danîş got, em dixebitin ku du lijneyên akademîk ava bikin û lijney dê der barê bûyerên li Dersîmê qewimîne belgeyan tesnîf bikin.
Danîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku der barê bûyerên Dersîmê de 150 hezar belge hene. Ji bo ku ev belge bên tesnîfkirin lijneyên akademîk çawa ava dibin û rêgez divê çi bibin, di van mijaran de ew li gel tîmeke akademîk û Serokatiya Meclîsê dixebitin.
Danîş wiha got: "Em van xebatan bi Sekreteriya Giştî ya TBMMyê û bi agahiya Serokê Meclîsê dikin. Em dixebitin ku lijneyeke akademîk ya ku belgeyên der barê bûyerên Dersîmê de tesnîf bike bê avakirin. Em hewl didin ku kesên ku herî kêm doktoraya wan hebe û di vê lijneya akademîk de bixebitin bibînin. Em li ser vê dixebitin. Lewra 150 hezar heb belge divê bên tesnîfkirin."
Danîş diyar kir ku di lijneyê de ji hemû zanîngehan akademîsyen dikarin bixebitin lê ji bo tesnîfkirinê herî zêde divê Zanîngeha Enqereyê akademîsyen bibin û wiha got: "Belge li Meclîsê ne. Di nav rojê de dê bên li cem hev û dê li beşeke meclîsê xebat çêbibin."
- Naveroka belgeyan
Di nav belgeyan de nexşe, nameyên taybet, raporên îstixbaratê, nirxandin, raporên rojane, belgeyên der barê sewqîyata leşkeran de, lîsteya qaçaxan, çekên ku li Dêrsîmê hatine berhevkirin, belgeyên der barê girtina Seyîd Riza de, rewşa xebatkaran, xebatên propagandayê, bûyerên asayîşî yên li herêmê, serîlêdanên Fevzî Çakmak û Îsmet Înonu yên li herêmê û gelek tiştên din hene.