Çetin Doyar
11 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2023
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Kozluka navçeya Batmanê Îsmaîl Hakki Saglam diyar kir, ji bo hingivê Kozlukê wan serîlêdana işareta coxrafî kir.
Saglam destnîşan kir, bi handana Qaymeqam Ekrem Gungor wan ji bo hingivê Kozlukê xebat da destpêkirin û xebatên wan gihîştin asteke baş.
Saglam diyar kir, navçeya Kozlukê wek coxrafî dikeve navbera çiyayên bilind ku yek ji van Çiyayê Mereto yê raqim 2 hezar û 973 ye û wiha got, "Li pêşa van çiyayan gelek nebatên endemîk hene û lewma hingivê ku li vê deverê tê girtin, nirxê wê zêde ye."
Saglam got ku mozvanî li herêmê deriyê dahatê yê gelek malbatî ye.
Saglam her wiha got ku wan ji bo tescilkirina berhemê, serî li Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk da.
Saglam herî dawî got ku ew ê bajêr di mozvaniyê da bikin navendekê.