Elif Orhan
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
HATAY
Derhêner, fitbolîst, wênesaz, wênegir, rojnamevan, bijîşk, gerok, karsaz û mamoste bi serkêşiya Komeleya Pêşketin û Arîkariya Navneteweyî li Reyhanliya navçeya Hatayê bi zarokên ji Sûriyeyê re hatin bal hev.
Îspanya, Mexrib, DYA, Îngilistan, Misr, Libnan, Urdin, Cezayir, Kuwêt, Qeter û Filistîn jî di nav de 28 kesên ji welatên cuda di çarçoveya "Projeya Em Tevî Wan Bin" a Komeleya Pêşketin û Arîkariyê ya Navneteweyî malbatên sûriyeyî yên ku li Taxa Alakuzuyê dijîn ziyaret kirin.

Xebatkarên tenduristiyê yên di komê de yek bi yek li malan geriyan û tenduristiya zarokên Sûriyeyî kontrol kirin. Komê bi wêneçêkirinê, boyaxkirina dîwaran, pêşbirka fitbolê û lîstikên herêmî moral da zarokên ku hin ji wan sêwî ne.
Arîkarê Serokê Komeleyê Necîp Fazil Aksoy di daxuyaniya xwe da ji nûçegihanê AAyê re got ku hewl didin li gel malbatên sûriyeyî û zarokan bin.
Aksoy diyar kir ji welatên cuda mirov anîn bal hev û bi vî awayî xwestin ku bêtir balê bikşînin ser pirsgirêka malbatên Sûriyeyî û got ku "Me ji bo zarokên Sûriyeyî yên li Reyhanliyê çalakiyên ku 4 rojan berdewam dikin kirin. Li gel me ji welatên cuda derhêner, fitbolîst, wênesaz, wênegir, rojnamevan, bijîşk, gerok, karsaz û mamoste hene."
Aksoy got ku zarokan bi dilê xwe wext derbas kirin û da zanîn ku dê di rojên pêşiya me de çalakiyên berfirehtir bikin.
Adel Lamyê fitbolîstê neteweyî yê Qeterê jî got ku zarokên ku pê re ketin peşbirkê jî ew jî ji vê çalakiyê gelekî kêf girtin.

Lamy got ku divê zarokên Sûriyeyî bêtir bên bibîranîn û wiha axivî: "Ez ji bo ku piçek jî be rûyên wan bikenînim vir im. Şerê li Sûriyeyê herî zêde tesîr li ser zarokan kir û ew mexdûr hiştin. Ez ji bo ku hem moralê bidim wan hem jî di cî de pirsgirêkên wan bibînim hatim vir."
Bijîşkê Mexribî Ayman Boubouhê ku kontrola tenduristiyê kir jî diyar kir ku zarokên sûriyeyê rojên gelekî xiran dîtin.
Bouvouh da zanîn ku dixwaze destê arîkariyê dirêjê zêdetirê 20 zarokên ku miayene kirin bike.