Serdozgerê Komarê yê Îstanbûlê Tûran Çolakkadi diyar kir ku wek lêpirsînên berê, ji bo ku alikariyê bidin lêpirsînên operasyonên ku navend Îstanbûl e du serdozgerên din jî hatin wezîfedarkirin.
Serdozger Çolakkadi daxuyaniyeke nivîskî ya der barê operasyona ku di medyayê de bi navê "operasyonên gendeliyê" tê belavkirin da û wiha got: "Li gor agahiyên ku ji hêzên ewlehiyê hatin di 13ê îlona 2012an, 21 îlona 2012an û 14ê sibata 2013an de sê lêpirsînên ji hev cuda dest pê kirin. Di lêpirsînê de ji bilî welatiyên sivîl kesên ku di dewletê de wezîfedarên jî bi îdiaya bertil sitendine û gendelî kirine tên sûcdarkirin."
Çolakkadi destnîşan kir ku lêpirsînên der barê operasyonê de ji aliyê dozgeran ve hatine meşandin lê ji ber ku çarçoveya lêpirsînê fireh bû, lêpirsîneke berfireh bê kirin û kar û barên qanûnî yên kesên ku hatine binçavkirin jî baş bidome du serdozgerên din jî hatine wezîfedarkirin.