Günay Nuh
12 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2023
Li Erdexanê di qismê rêya ku bajêr bi alî Behra Reş va girêdide da çûn û hatin ji ber berf û pûkê bi zehmet e.
Ekîbên rêvekirinê bi armanca ku rê bi berfê neyê girtin dixebitin û berfa ser rê bi makîneyên berf avêtinê va paqij dikin.
Ji bo şofêrên di wê rêyê da diçin û tên hişyarî hat dayîn ku dibe rê cemed bigire û bila ew baldar bin.