ÎSTANBUL
Cengîz Alganê rewşenbîrê ku ji bo pêvajoya çareseriyê kampanya da destpêkirin diyar kir ji bo ku bala welatiyan dîsa bikişînin ser aştiyê divê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê, heta ku civak piştgiriyê nede pêvajoyê destê her du aliyan jî zeyîf dibe.
Algan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ev demek e pêvajoya çareseriyê diloqe û demeke dirêj e ku ji xêncî hin kesan hikûmet jî siyaseta kurdan jî piştgiriyê nadin pêvajoyê.
Algan eşkere kir ku di ankêtan de xuya dike ku civak piştgiriyê dide pêvajoyê lê belê saziyên civaka sivîl, sendîqa û partiyên siyasî piştgiriyê nadin û wiha axivî: "Ez wer difikirim ku di vê mijarê de valahiyeke mezin heye. Ji ber vê yekê em bi kesên ku îmze dan re axivîn û me biryar da ku bira civaka sivîl pêvajoya piştgiriyê bide destpêkirin."
Algan diyar kir ku car caran bala welatiyan bi hin bûyeran ve tê guherandin û wiha got:
"Bi bûyerên Geziyê, qeyrana 17ê berfanbarê û di van rojan de jî bi bûyerên Diyarbekir, Bîngol û Hekariyê ve bala welatiyan didin cihên din. Em ji bo ku careke din dîsa bala welatiyan bikişînin ser aştiyê dixwazin ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê. Dema ku civak piştgiriyê nede destê her du aliyan jî zeyîf dibe. Di ankêtan de jî xuya dike ku piştgirî hinekî kêm bûye. Mixabin ev tiştekî xeternak e. Em jî ji bo vê ketin tevgerê."
Algan destnîşan kir ku çalakiyên wisa amade dikin kampanya ku ji mijadarê hetanî havînê dewam bike.
Nivîskar-rojnamevan Oral Çalişlar jî diyar kir ku bi beşdarvanan re biryara kampanyayê hildan, ji bo ku li ser aliyên pêvajoyê tesîr bikin, bala civakê dîsa bikişînin ser pêvajoyê çalakiyan plan dikin.
Çalişlar eşkere kir ku pêvajoya çareseriyê di tarîxa Tirkiyeyê de ji bo aştî û demokrasiyê gava herî girîng e.
Nivîskar-rojnamevan Fadîme Ozkanê jî der barê pêvajoyê de wiha axivî: "Dewlet û civaka Tirkiyeyê bi hemû cudahiyên xwe ve heta niha tu carî evqasî nêzîkî aştiyê nebû. Lê belê ji ber protestoyên bi hinceta Kobanêyê, mêrkujiyên ku li pey hev tên kirin û sabotajan pêvajoya çareseri hetanî niha tu carî evqasî di xetereyê de jî nebû."
Gulay Gokturkê jî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê mijareke zehf girîng e û bi talûkeyeke mezin re rûbirû maye, ev kampanya ji bo pêşveçûyîna pêvajoya çareseriyê lazim e û ji ber vê yekê jî piştgiriyê dide kampanyayê.
Komek rewşenbîr ji bo ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê kampanyayekî didin destpêkirin.
Komek rewşenbîr ji bo ku civaka sivîl piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê, barê kesên ku bona pêvajoya çareseriyê dixebitin sivik bikin û bala civakê bikşînin ser aştiyê dê li hev bicivin.
Rewşenbîr, dê di 4ê mijdarê de li Taksîm Hîll Otelê civîna çapemeniyê li dar bixe. Yên ku ji bo kampanyayê bang dikin ev kes in;
"Abdurrahîm Boynukalin, Ahmet Uzun, Alî Bayramoglu, Atîlla Yayla, Bayram Zîlan, Bengul Gungormez, Berat Ozîpek, Cahît Koytak, Cemîle Bayraktar, Cengîz Algan, Cennet Uslu, Ceren Kenar, Demîray Oral, Elîf Çakir, Enver Alper Guvel, Erol Goka, Etyen Mahçupyan, Fadîme Ozkan, Firat Erez, Gulay Gokturk, Gulçîn Avşar, Gurbuz Ozaltinli, Halîl Berktay, Halîme Kokçe, Haşmet Babaoglu, Hîdayet Ş. Tuksal, Hîlal Kaplan, Huseyîn Hatemî, Îdrîs Kardaş, Îhsan Bîlgîn, Îlhamî Işik, Îzzet Yaşar, Kezban HatemÎ, Kurtuluş Tayîz, Kutlug Ataman, Mahmut Ovur, Markar Esayan, Merve Şebnem Oruç, Meryem Gayberî, Nurhayat Kizilkan, Oral Çalışlar, Orhan Mîroglu, Osman Can, Omer Çaha, Ozlem Çaglar Yilmaz, Serdar Kaya, Suheyb Ogut, Tuncer Koseoğlu, Ufuk Coşkun, Umît Kurt, Ustun Bol, Vahap Coşkun, Yalçin Ari, Yaprak Zîhnîoglu, Yasemîn Yildirim, Yıldıray Ogur, Yildiz Ramazanoglu, Yusuf Şahîn."