Önder Beyter
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
AYDIN
Welatî dê bikaribin biçin ziyareta binbehr, bota êrişê û firqateyn ku beşdarî "Tatbîqata Denîzkurdu-2017an" bûn û di çarçoveya fealiyetê da hatin Bêndera Ege Port a Kuşadasiyê.
Di sewq û îdareya Fermandarê Hêza Komkeştî Oramîral Veysel Kosele da li Behra Spî, Marmara û Egeyê di 13ê gulanê da tatbîqat dest pê kir û herwiha wê heya 26ê gulanê bidome. Di vê çarçoveyê da 3 keştiyên leşkerî yên beşdarê tatbîqatê hatin peravên navçeya Kuşadasiyê.
Binbehra bi navê TCG Doganay, bota êrîşê TCG Bahoz û firqateyn TCG Gemlîk paşê gihîştin Bêndera Ege Port a Kuşadaşiyê.
Welatî li vir dê bikaribin heya 2 rojan biçin seredana keştiyan.