Hin saziyên sivîl ên civakî (SSC) yên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dê di 7ê adarê de li Diyarbekirê "Komxebata Çareseriya Îslamî ya Pirsa Kurdan" li dar bixin.
Mustafa Kayan ê ku di nava komîteya avaker de ye li Şaxa Diyarbekirê ya Memûr-Senê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di warê çareseriya pirsa Kurdan de daxwaza tevahiya gel avakirina biratiyeke adil û aştixwaz e.
Kayan bal kişand ji bo ku herêm bigêje aramiyê divê herkes çi ji destê wan tê bike û ev jî berpirsiyariyeke dîrokî ye û wiha domand: "Heke ku meriv bi perspestîfên îslamî ve nêzî problemên civakî bibe merivê çareyên mayînde peyda bike."
Kayan wiha axivî:
"Em wekî SSCyên îslamî ji bo bicihanîna peywira ku dîrok li ser me ferz dike, ji bo pêşkêşkirina gotin, raman û pêşniyazên xwe û ji bo avakirina aşitî û edaletê em ê însiyatîfê hildin di 7ê adarê de li Diyarbekirê "Komxebata Çareseriya Îslamî ya Pirsgirêka Kurdan" li dar bixin. Di vê komxebata ku dê gelek saziyên sivlîl beşdarî bibin de hemû alî dê pêşniyaziyên xwe bînin rojevê."