Abdullah Söylemez
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Li gundekî Diyadîna navçeya Agiriyê, cesedê zaroka ku duh gava dileyîst, ket Çemê Muradê û wenda bû hat dîtin.
Li gundê Mollakara yê navçeyê Îpek Yildiza 5 salî duh gava bi hevalên xwe ra dileyîst, ket çem û di ro da çû. Xebatên ku ji bo dîtina Yildizê heta tarî ket erdê dewam kirin, îro sibehê zû dîsa dest pê kirin.
Ekîbên AFAD û yên cendirmeyê xebatên xwe li beşê çem ê ku di navbera navenda bajêr û navçeya Diyadînê da dimîne pêk anîn.
Cesedê Îpeka piçûk di encama xebatan da ji hêla ekîbên cendirmeyê bi qasî 15 kîlometreyî li biniya gund li devera germavan di çem da hat dîtin.
Xebatên li herêmê ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin.
Ekîbên cendirmeyê li deverê tevdîrên ewlekariyê sitandin.