Abdullah Söylemez
08 Adar 2026•Rojanekirin: 16 Adar 2026
Li Diyadîna navçeya Agiriyê kamyoneta 2 jê zarok 4 kes tê da bûn û ji rê derket û di berfê da asê ma, hat xilaskirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên AFAD, cendirme, ewlekarî û Rêbejayê yên di rêbejaya Taşliçay-Diyadînê da dewriye diavêt, dît ku li tanga Derwazeya Îpekê kamyonetek ji rê derketiye û ketiye nav berfê.
Ekîban midaxeleyî bûyerê kir, kamyoneta di berfê da asêbûyî xilas kir ku ji Îdirê dihat û tê da 2 jê zarok 4 kes hebûn.
Wesayîta ku bi midaxeleya ekîban ji nav berfê hat derxistin, rêya xwe dewam kir.