Muhammed Nuri Erdoğan
01 Tebax 2021•Rojanekirin: 01 Tebax 2021
Li Behra Egeyê li peravên Datçaya navçeya Muglayê bi mezinahiya 5,5ê erdhej çêbû.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hatin dayîn erdhej di seet 07.31ê da 14,85 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Li gor agahiyan navenda erdhejê 41,22 kîlomêtro dûrî Datçayê ye.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli li ser Twitterê der barê erdheja li Datçayê da got ku heya niha agahiyeke neyînî nehatiye û xebatên lêkolînê didomin.
Li peravên Datçayê duh di seet 22.57an da bi mezinahiya 4,5ê û îro jî di seet 02.25an da bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbûbû.