17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
EDÎRNE
Li Edirneyê Julie Warda Parlementera Parlementoya Ewropayê (PE) di xeberdana xwe da peyva "Kurdistan" emiland û li ser vê rojnamevanek bertek nîşan da û wiha got: "Li Tirkiyeyê herêmeke bi navê Kurdistan tuneye. Rojhilatê Tirkiyeyê heye. Hûn bi vê peyvê dixwazin çi bêjin?"
Lijneyeke ji siyasetmedar, akademisyen û nûnerên saziyên civakî pêk dihat li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê xwestin herin serdana Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê.
Julie Warda Parlementera Parlementoya Ewropayê li ser navê lijneyê daxuyanî da rojnamevanan.
Wardê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir di nav hilbijêrên Îngilistanê da kurd hene û di xeberdana xwe da peyva "Kurdistan" bi kar anî.
Li ser vê rojnamevanek bertek nîşan da û wiha got: "Li Tirkiyeyê herêmeke bi navê Kurdistan tuneye. Rojhilatê Tirkiyeyê heye. Hûn tim qala demokrasiyê dikin. Li welatê me ji demokrasiyê zêdetir pirsgirêka terorê heye. Însan dimirin û polêsên me şehît dibin. Hûn bi vê peyvê dixwazin çi bêjin?"
Wardê bersiv da berteka rojnamevanan û di ciyê "Kurdistan" da peyva "Başûrê Tirkiyeyê" bi kar anî.
Lijne ji ber destûra Wezareta Dadê tunebû, Demirtaş ziyaret nekirin û ji bajêr çûn.