Fikret Kavğalı,Koray Kılıç
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Li Yuregîra navçeya navend a Edeneyê di navbera du malbatan da şerê çekdarî derket, bav û kurê wî di şer da hatun kuştin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li kolana Suleyman Vahît a Taxa Yunus Emre di navbera du malbatên neyar da şerê çekdarî derket.
Li ser îxbarê gelek ekîbên polês û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat tesbîtkirin ku di şer da Salîh Kiliç (15) miriye û bavê wî Abdurrahman Kiliç (44) ê ku birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Edeneyê.
Abdurrahman Kiliç jî digel midaxeleya li nexweşxaneyê hat kirin bi ser xwe va nehat û jiyana xwe ji dest da.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo girtina kesên tevî şer bûn xebat dan destpêkirin.
Cesedên bav û kurê wî ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tibê Edlî ya Edeneyê.