Nihat Kavşut
26 Sibat 2021•Rojanekirin: 26 Sibat 2021
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber ku bi herêmên pevçûn lê hene ra îrtibata wan heye der barê 7 şikbarên endamên DEAŞa rêxistina terorê yên biyanî da biryara binçavkirinê derxist.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê da ji ber ku bi herêmên pevçûn lê hene ra îrtibata wan heye der barê 7 şikbarên endamên DEAŞa rêxistina terorê yên ji Iraq û Sûriyeyê da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin xebatên qefaltina şikberan û lêgerînê ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê va tên meşandin.