Cankut Taşdan
26 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2023
Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 9 kesên biyanî hatin binçavkirin.
Midûriya Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr dijî 10 kesên biyanî yên ku hat tesbîtkirin eleqeya wan bi DEAŞê ra heye operasyon da destpêkirin.
Di operasyona hevdem da 9 şikbar hatin girtin, ji bo kesê firar jî bê girtin xebat dewam dikin.
Şikbarên wek şervanên terorîst yên biyanî tên binçavkirin piştî kar û barên lêpirsînê dê wan teslîmî Serokatiya Îdareya Koçê bikin.