30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
GAZÎANTEP
Li Nîzîpa navçeya Gazîantepê di wesayîtekê de gelek amûrên ku ji bo teqemeniyê tên bikaranîn hatin qefaltin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ji wesayîteke li Kuçeya Kanatê ya Taxa Sînanê bû ketin şikê û li derdora wê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hildan. Ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Gazîantebê ekîba polêsan hat û bi seyê bêhnê nas dike lêgerîn hat kirin.
Di wesayîtê de amûrên tê gotin ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn wek qalip bi naylonê pêçandî û di teneke de hatibûn bi cihkirin, hatin qefaltin.
Ekîba polêsan piştî ku karê xwe qedandin ji bo lêkolînên xwe bi hûrgilî bikin wesayîtê birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeyê.